Şiwêrmendekî Pentagonê terora Dr. Qasimlo bi tundî şermizar kir

22:20 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdp: Şiwêrmendekî berê yê wezareta berewnî a Amerîkayê (Pantagon), terora Dr. Qasimlo a ji aliyê hikûmeta Îranê ve li Awistryayê pêkhatî, bi tindî şermizar kir. Wî şiwêrmendî lihevkirina navokî ya Amerîka li gel Îranê, nîşaneya lawanzbûna siyaseta derekî ya wî welatî, destnîşan kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Maykêl Robîn lêkolîner li saziya “Emerîken” li Waşingtonê û Şiwêrmendê berê yê wezareta Navxweyî a Amerîka yê di kar û barên Îran û Îraqê de, babetek sebaret bi terorlkirina 13 `ê tîrmehê a li Viyenayê pêkhat û têde Dr. Qasimlo(sekreterê berê yê PDKÎ) û hevalên wî hatinî terorkirin, di malpera “Kaminterî” de belav kir.

Wî lîkolînerê siyasî di babeta xwe de nivîsandiye:

\"28173.jpg\"
Maykêl Robîn
Beriya niha bi 26 salan, 3 berpirsên Îranê di avahiyekî li Viyenayê ligel rêberê Kurd ê opozisyona wî welatî, bo bi dawîanîna opozisyonên leşkerî yên ser sînor hevdîtin kirin.

Mehek piştî mirina Ayetulah Xumênî, dema hêviyan nêz bibû. Elî Ekber Haşimî Refsencanî ku xwe wek kesekî aştîxwaz û miyanerev dabû nîşandan, dihat payîn di hilbijartinên serokomariyê de bi ser bikeve (piştî du hefteyan ew hêvî pêkhat) Refsencanî karî sedî 96 a dengan bidest bixe. Di heman demê de şerê Îaran û Îraqê jî bi agir besteke du alî re bi dawî bibû. Pêştir jî dîplomatên Rojavayî pêşbînî dikin bi wan guhertinan, rewşa siyasî ya Îranê ber bi başbûnê ve diherike.

Navborî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha bilêvkiriye:
Ew hemû pêşbînî berovajî hatin dîtin. Roja 13`êTîrmeh (july) a sala 1989`an, aliyên gotûbêjan yên Îranî çek bi ser Ebulrehman Qasimlo rêberê PDKÎ kişandin û ew ligel du hevalên wî qetil kirin.Veşartina dengê gule di avahiya orta Viyenayî karekî dişwar bû. Polîs demildest xwe gihande cihê bûyrê. Lê aliyên Îranî tu berpirsayetiya wê terorê bistû negirt. Polîsê Otrîşê ew 3 Îranî yên bi navên Mihemed Ceifer Sehrarûdî, Mustefa Acûdî (Parêzgarê Sine) û Emîr Buzurgiyan, piştî lêpirsînekî serbest berdan, bi mercekî ku herdem pêwîst bike bo bersivdanê li Viyenayê amade bin. wan jî bi awayekî lezgîn ew der bi cî hiştin û Wergeriyan Îranê.

Wî herwiha gotiye:

Encamên otpsî (bizîşk yasayî) jî derdixin ku gule li cihên ku berpirsên Îranî lê rûniştenî ber bi wan kesan ve hatine berdan.Herwiha rûniştina heeta Îranî jî derdixst ku ew kar bi pilan hatibe encam dan. Piştre dozgeriya Viyenayê humkê girtina wan 3 Îraniyan derxist, lê welatê Îranê hazir nebû wan radestî welatê bûyer lê qewimî bike.

Maykêl Robîn îşare bi vê yekê jî kiriye:

Gelo serokê wê demê yê Ewlekariya Giştî ya Îranê Hesem Rûhanî plana terorê dariştibû? Bi tekez wisaye.

\"28172.jpg\"
Heman ew kes ku Prezîdent Obama ew wek hevpar û şerîk bo xwe hilbijartiye. Îro di asteke herî bêşermane û rûreş de, welatê Amerîkayê di 26`emîn salvegera terorkirina Dr Qasmlo (ji alliyê Xamieî û Rûhanî ve), dixwaze ligel wan aştiyê bikin. Biryare mitmane bi wan kesane bêkirin ku pilana wê terorê dariştine.

Mijara terorkirina wî kesayetiyê merzin der dixe ku teror çavan ji aliyê Îranê ve tê meşandin û siyaseta derekî ya Amerîkayê jî, çi qas bi aloziyan re derbas dibe.

Wî şiwêrmendê Amerkî tekez kiriye: Sehrarûdî birêveberê wê pilana terorê, pileyên wî ji aliyê hikûmeta Îranê ve bilinbûn û ew wek fermandarê ewlekarî yê Sipaha Qudis a wî welatî hat hilbijartin. Ew yek nîşan dide ku terora jor amaje pê hatî kirin, bi xweser û bêpilan nebûye, belkî plana wê terorê ji cihekî here bilind û navenda Îranê derketiye holê.

13`ê Tîrmeha sala 1989`an, Dr Ebu Rehman Qasimlo sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê ligel Ebdula Qadirî Azer û Dr Fazêl Resûl, li ser maseya danûstandinê ligel heyeta Îranî, li Viyenayê hatin terorkirin.