Şiwanekî temen 17`e sal bi teqeya hêzên Sipaha Pasdaran hate birîndarkirin

18:32 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Înê 3`ê Tîrmeha 2020 an, nugihanekî 17`e sal yê bi navê “ Rêbîn Îsmaîl” bi teqeya hêzên Sipaha Pasdaran di gundê “vêze” a ser bi bajarokê Çomanê hate birîndarkirin.

Ew şiwane di dema çêrandina pez, ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran bi çeka “Bî Key Sî” teqe lê hatiye kirine û di encamê de navbirî hate birîndarkirin.

Piştî gihîştina birîndar bo nexweşxaneya bajarokê Çomanê û dana pêdavîstiyên dermanî, bo bajarê Hewlêrê hate veguhastin, li ber wê ku gulle li ber lingê wî yê rastê ketiye û bo derêxistina gulle, hevcehî bi neştegeriyê yê hebû.

Herwisa roja Çarşemî 1`ê Tîrmehê, her di wî çiyayê “Kanîreş”, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji celebekê kirine û di encamê de 20 ser pez hatine kuştin.