Şivra bajarê Merîwanê hejimarek berçav ji erdên wî bajarî qorix kirine

13:53 - 11 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa:hejimarek berçav ji erdên bajarê Merîwanê ku di “Xerîteya bajêr”de jibo çêkirina park ûxwendingehan hatiye diyarî kirin,ji aliyê Şivra bajarê Merîwanê hatiye qorix kirin.

Li gor rapora nûçegihaniya kurdpa û bi piştgirêdan bi welatiyên wî bajarî,şivra bajara Merîwanê bi alikariya kesekê binavê “Destêtr”hejimarek berçav ji erdên wî bajarî ku jibo çêkirina park û xwendingehan hatibû terxan kirin bi awayek ne yasayî firotine.

Çend kes ji welatiyên wî bajarî bi ajansa kurdpa ragehandin: Erdên Beyele, Serdoşiyekan, Tirmînal, Kopikê Bazirgan parek ji wan erdane ne ku ji aliyê Şivra bajarê Merîwanê bi alikariya çend kesên xwediyê bungahan hatine zewt kirin û firotin.

Yek ji welatiyên wî bajarî da xuya kirin, serbarî lêpirsîna welatiyan li ser vê diziya mezin a Şivra bajêr, ji aliyê hêzên deletî tu bersivek bi welatiyên bajarê Merîwanê nehatiye dayîn.