Sivikatîkirina berpirsên girtîgeha “Qereçek”ê û bi terorîst binavkirina girtiyên siyasî yên Kurd

17:50 - 7 Çirriya paşîn 2021

Berpirsê girtîgeha “Qereçek” a bajarê Veramînê bi awayekî kirêt digel girtiyên siyasî yên Kurd di wê girtîgehê de reftarê dikin û girtiyên siyasî yên Kurd bi “terorîst” binav dikin.

Çavkaniyeke agehdar li girtîgeha “Qereçek” bi Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “parastina Îtila`at a girtîgehê, binçavkiriyên  din han didin ku bêrêziyê bi girtiyên siyasiyên Kurd bikin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Heyamek berî niha, yek ji pêrsonêlên girtîgehê yê bi navê “Ehmed” ku “efser-nîgehban”ê girtîgeha “Qereçek”ê ye, yek ji girtiyan han daye ku di hewşa girtîgehê de bi girtiyên siyasiyên Kurd bibêje hûn  terorîst in.

Pêka gotina wê çavkaniyê, girtiya siyasî ya bi navê “Şekîla Monferd” piştevanî li girtiyên siyasiyên Kurd kiriye, lê ji aliyê wî “efser-nîgehban”î ve gefa kuştinê jê hatiye xwarin û navbirî kutane û îşkence kirine.

Wê çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê di dawiyê de ragihand: “Tevî tomarkirina sikalaya girtiyên siyasî yên Kurd ji wî “efser-nîgehban”î, berpirsên îdareya giştî û rêkxirava girtiyan û serokê girtîgehê, ti bersivek bi girtiyên siyasî yên Kurd nedaye.