Şivdana nûnerê Xamineyî ji aliyê zindaniyan ve

14:41 - 16 Şibat 2015
Ajansa Kurpa: Bi sedema tohînkirina melayê hikûmeta Îslamiya Îranê bi baweriyên peyrewên mezheba Sune, girtiyên siyasî û giştî yên Zahîdan li welatê Îranê, gilî û gaznên xwe nîşan dan û bi hêrs bûn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nûnerê Elî Xamineyî bi axaftinekî li zindanê bîr û bawerên girtiyan re hirmet negirt, ji ber vê zindanî bi hêrs bûn û ew xistin ber lêdan û kutikan (bi tundî şiv kirin).

Bi gotina çavkanyên agh, berpirsê Saziya Hec û Dîtina Mekanên olî di dema axafinên xwe de, bi bîr û bawerên Sune tohîn kirin û bêrêziyên zor bi zindaniyan re ji xwe nîşan dan.

Çalakvanên Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Îranê ragihandin: Îro 16 sibat (february)a 2015’an, dadwer Esker- Berpirsê girtîgeha Zahîdanê ligel berpirsê Çavdêrî ê wê hepsê, ji aliyê girtiyên koxûş (bend) a 3, hatin tenbîh kirin û serê wan bi tundî birîn jê çêbûn.

Tê gotin bi sedema birînên dijwar ên berpirsê Hec û Ziyaret, niha ew bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Piştî wê pevçûna zindaniyan ligel berpirên hikûmetê, koxûşa 3, peywendiya wê ligel zindanê hat qut kirin û hêzên ewlekarî daxwaz kirin derdora zindanê bê kontirol kirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji cûneyên tohînên ku ji aliyê berpirsên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine kirin, zaniyariyek bi dest neketiye.