Şîrzad Mamendî bi danîna barimtê hate berdan

16:36 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Roja Sêşemî 28ê Îlonê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şîrzad Mamendî”, xelkê “Nerzîwê” girêday bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya îtia`ata Urmiyê hate berdan.

“Şîrzad Mamendî” bi danîna barimteyê, heta bi dawîhatina qonaxên dadgehê hatiye berdan.

Roja Yekşemî 7ê Xermananê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, êrîşî ser mala “Şîrzad Mamendî”kiribûn û ev binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wî welatîyî, hindek ji tiştên wî yên kesîn digel xwe biribûn.

Piştî binçavkirina“Şîrzad Mamendî”, ew bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya îtila`ata Urmiyê, veguhastibûn.

Heta niha, ji sedem û tohmeta ku li ser wî welatîyî de hatiye sepandinê, ti zaniyariyek li ber dest tinîne.