“Sîrwan Erxevanî û Ferzad Sadiqiyan” ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin

17:40 - 22 Îlon 2021

Roja Sêşemî 30`ê Xermananê, Du welatiyên Kurd ên bi navên “Sîrwan Erxevanî”, kurê Xudakerem û “Ferzad Sadiqiyan”, kurê Hebîb, xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi bajarê Sineyê, ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiye bi lêxweşbûn ji heyama girtîgeha wan ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin

Roja Duşemî 25`ê Gelawêjê, ew du welatiye bo cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiye di meha Gelawêja sala 1398`an de, piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne binçavkirin û bo heyama 40 rojan di girtîgeha wê îdareyê de ragirtibûn û di heyama binçavkirina wan de ji “hevdîtin digel malbatê” û “destpêregihîştina bi parêzer”, hatibûne bêparkirin.

Ew du welatiye piştî bi dawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibûne veguhastin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehî kirinê hatibûne azadkirin.

Sîrwan û Ferzad, di dawiyê de ji aliyê dadgeha şoreşa bajarê Sineyê, bi tohmeta “piropagende bo berjevendiya yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê li dij nizama komara Îslamî ya Îranê”, her yek ji wan bi 1 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan ku piştre ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bo her yek ji wan, bo 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin. 

“Sîrwan Erxevan”, derçûyê zanista endaziyariya damezraveyan e.