Sîrvan Qurbanî bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin

16:59 - 26 Kanûna pêşîn 2021

Welatiyek Kurd ê bi navê “Sîrvan Qurbanî”, xelkê bajarê Kamyaranê, piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, navbirî di peywendiyek telefonî de bi malbata xwe re ragihandiye ku bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Sîrvan Qurbanî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin”.

Roja Pêncşemî 2ê Befranbarê, Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya yasayî navbirî di yek ji şeqamên bajarê “Kamêran”ê de binçav kirine.

Hêzên ewlehî sedema binçavkirina wî welatiyî bi beşdarî di rêûresma sersaxiya girtiyê siyasî yê Kurd “Heyder Qurbanî” dane zanîn ku roja Yekşemî 28ê Sermawezê li girtîgeha bajarê “Sine”yê de hatibû îdam kirin.  

“Sîrvan Qurbanî” kurê “Mehmûd” û xelkê gundê “Bizuweş” ê ser bi bajarê Kamyaranê ye.