Sirr û seqemê canê sê kolberan girit

20:54 - 17 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Sê kolberên Kurd li ser bilindahiyên “Kanî Xoda” a girêdaiy bajarê Pîranşarê ji ber sirr û seqemê canê xwe jidest dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 27`ê Xakelêweyê, (16`ê Nîsanê), 3`ê kolberên Kurd li ser bilindahiyên “Kanî Xoda” a girêdaiy bajarê Pîranşarê bi sedema sirr û seqemê canê xwe jidest dane.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, li bajarê Pîranşarê nasnameya van sê kolberên Kurd ku canê xwe jidest dane “Yûsif Cesurî” temen 22 salî kurê Baqî xelkê gundê Şînabad a ser bi bajarê Pîranşarê, û “Husên Şem`izade” kurê Murad xelkê gundê Kanî Êşkut a ser bi bajarê Pîranşarê û “Sîrvan Peşeng” kurê Mihemed xelkê gundê Musalan a ser bi bajarê Serdeştê ragehandiye.

Termê van sê kolberên can ji est day, bo nexweşxaneya bajarê Pîranşarê veguhastin.

Li gorî amarên hatinî nivîsandin, li navenda Amarê a Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama sala 1397`an, 14 kolberên Kurd bi sedema hatina renî, Berf û sirr û seqemê cane xwe jidest dane.