ŞÎRÊ BAXÇÊN ZAROKAN DÊ BI BUHATIR BIBE

22:02 - 28 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Li Heyva Îlonê de, wê Buhayê Şîrê Baxçeyên Zarokan 10 ji Sedî zêde bibe.

Saziya Behzîstî ku Berpirsê Baxçeyên Zarokan li Îranê ye, îsal wê Şehriyeya wan Baxçeyan pêka Imkanatên wan, zêde bibe.

Humayûn Haşimî ji “Mêhr” re got: Zafandina Şehriyeyan berî Nîviya Heyva Îlonê ne Yasayî ye.

Niha Berpirstiya Zarokên 4 û 5 Salî li Istûyê Bêhzîstî û yên 4 û 5 Salî jî li ser Amûziş û Perwerişê ye.

Di Heyvên bihorî de Mijara Baxçeyên Zarokan bûye rojeva Nûçeyên Navînî û Derveyî û bahsa Viya tê kirin ku Pirtûkên Olî dê biçine nava Bernameyên Zarokan de.

Ji 8 Milyon Zarokên Îranê, he ma 700 Hizar li ser Çavdêriya Baxçeyên Zarokan de ne.