Sipaha Pasdaran Li tixûbê Rebetê ciwanekî 25 salî qetil kirin

20:07 - 28 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê dîsa bi gulle reşandin li ser kasibakaran, vêca li Rebetê li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî din ê Kurd kuştin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kasibkarekî kurdê binavê Sîrwan Berzencî kurê Letîf, li devera sînorî li rebet a ser bi Serdeştê, ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran ve hat qetil kirin.

Çavkaniyeke agah li Rebetê ajansa Kurdpa re got: Hêzên leşkerî ên Sipaha Îranê dema dîtin kasbkar bê tu hişdarîdan gulle bi ser wan de reşandin ku di encamê de ciwanekî 25 salî hat kuştin.

Wê jêdera agah ji bûyerê amaje bi vê yekê jî kir: Hêzên leşkerî ên Îranê her tim li ber kasibkaran kemîn dikin(vedidin) û bi gelle reşandina bênavber, wan û siwalên wan ji jiyanê bêparc dikin.

Pêwîste bê gotin; tevahiya kelûpelên kasibkaran piştî wê bûyera nexweş, ji aliyê Sipaha Pasdaran ve dest bi ser de hatin girtin.