Sipaha Pasdaran di bertekdan hember PDKÎ Şino mîlîtarîze kir+nûkirî
16:00 - 24 Gulan 2015
Ajanda Kurdpa: Bi destpêka liv û tevgera partiyeke opozisyon (dijber) a hikûmeta îslamiya Îranê re li Rojhilatê Kurdstanê, ji aliyê hikûmeta Îranê ve rewşa awarte ya leşkerî hatiye ragihandin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew çend rojin hêzên sipaha pasdaran li deverên Kurdistanê hatine bicih kirin û Şino û Urmiye jî mîlîtarîze bûne.
Bi gotina çavkaniyeke agah a nûeyan, sipaha pasdran tevahiya deverên Urmiye û Şinoyê kontirol kirine û pêş her liv û tevgerekî bûne asteng.
Hervê jêdera haydar amaje bi vê yekê jî kir ku hêzên Besîc û ewlekarî yên hikûmeta Îranê bi kincên şexsî di nava wan du bajaran digerin û hemwelatiyan dixin bin çavdêriya xwe.
Sipaha pasdaran bi wan re ragihandine: Divê qoşoyî her liv û tevgera partiyên opozosyonên dijberê hikûmeta Îranê bibin astemg û di haletê amadebûnê de bin.
Ew 3 roj bûn ku hejmarek ji Pêşmergeyên PDKÎ bi mebesta encamdana çend çalakiyên leşkerî û siyasî çûbûn navçeya Kêleşîn, li ser txûbê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, lê gerîlayên PKK ew dorpêç kiribûn.
nûkirî: Nûçegihanê Kurdpa li Umiyê ragihand ku hêzên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê bi helîkopteran devera şer kontirol dikin û hêzên xwe ber bi meydana şer ve birê dikin.
Tên gotin ew hêz bi alavên gira yên leşkerî hatine amade kirn û li Mahabadê bo devera Şino û Pîranşarê hatine şandin.
Bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan jî li Pîranşarê, dest û peywendiyên girêdayî hikmeta îslamiya Îranê di wî şerî de alîkariya Sipahê dikin.
nûkirî 1: Ji Nexedeyê jî hat ragihandin ku Sipaha Pasdaran bi alîkariya hêzên gelerî û xwecihî ber bi sûnirê Şinoyê ve çûne.
Ew hêz bi alavên şer wek; kamyonên zerehî, katûşa û…hwd hatine amadekirin û berbi Kêleşînê ve bi rê kevtine.
Nûkiriya 2: Hesen Şerefî cîgirê Sekreterê giştî yê partiya demokrata Kurdistana Îranê û berdevkê wê partiyê, di hevpeyvînekî ligel tora medyayî a NRT, xwest bi awayekî lezgîn ligel PKK`ê bicive.
Hesen Şerefî evajî bilêv kir ku heya niha PKK tu bersivek li ser wê pirsê nedaye wan.
Navborî herwiha ji NRTyê re gotiye: Gorî raportên herî dawî pêşmergeyekî wan di wî şerî de jiyana xwe ji dest daye.
Nûkiriya 3: Civaka Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdstanê li Jinewê jî ,di daxuyaniyekî de şoreşe Rojhilatê Kurdistanê bo gehîştin bi armancên wan bi rewa daye zanîn.
Wê navenda hiqûqî di wê daxuyaniyê de, birakujiya navbera du partiyên Kurdî de bi tundî şermizar kiriye û ew helwesta PKK hember PDKÎ bi nebaşî daye nirxand in.
Nûkiriya 4: PDK jî bi derxistina daxuyaniyekî pevçaûna nevbera du partiyê Kurdî bi zirara tevgera Kurd daye zanîn.
Di daxuyaniya PDK de hatiye:“Siyaseta PKK ji berê de nakokî navbera beşên din yên Kurdistanê de anîne holê”.
Nûkiriya 5: Kongireya Neteweyên Îrana Fediral di daxuyaniyekî de, helwesta tund ya PKK mehkûm kir û mafên PDKÎ zanîê ku li axa Îranê çalakiyan bike.
Nûkirîya 6: Kampaniya 1`ê Befranbarê jî di daxuyaniyekî de ew şer wek karekî narewa, dij bi qazancên neteweyî û dûr ji exlaqê mirovî da zanîn.
Ew nûçe dê dem bi dem bê nûkirî…