Sipaha pasdaran 5 welatiyên kurd li şarê Pawê girtin

12:31 - 11 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: 5 welatiyên Kurd ji xelkê şarê Pawê, ji aliyê dezgeha parastina ewlehiya sipaha pasdarên hukûmeta islamiya îranê, hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Pêncşem, 17ê Rêbendan(6 February 2014), 5 welatiyên Kurd, ji aliyê ajanên parastina ewlehiya sipaha pasdaran de hatne girtin û rakuhastiyê ciyik nekivş kirin.

Nasnama wan 5 kesan, Yasir Nadiriyan, kurê mela Tahir ji xelkê gundê Nerwî, Ferzad Bezmûnê, kurê Mehmûd ji xelkê Newsûd, Kêyhan Ehmedî, ji xelkê gundê Tişar, Aras Behramî, kurê Cemal, ji xelkê şarê Newsûd û Nasir Babacanî, ji xelkê şarê Pawê, ragihandine.

Serekaniyik agadar xêncî erênî kirina vê nûçê, bi ajansa Kurdpa ragihand: ev 5 kes, roja Pêncşema heftiya borî de hatine girtin û gişt ji xelkê şarê Pawê bûne, heya niha çi zanînik ji sernivîsa van, ber dest de çinine.

Ew serekaniya nûçê ew jî got: li mideyê çend heyvên borî de, parastina ewlehiya sipaha pasdarana şarê Pawê, bi rewşik anormal, dest têwerdan li karên çon-hatina kolberên ser sînor de kiriye û ev 5 kes jî li sedem dest hebûna sipaha pasdaran li aliyê Pîlewerî(bazirganiya ser sînor) û anîn û şandina tiştan li sînoran de, hatine girtin.

Ew wlatiyê Kurd ew jî got: rengeyiya hindê heye ku, parastina ewlehiya sipaha pasdaran li çend rojên din de, jimarik din ji welatiyên ji şarê Pawê de bigirin.

Niqta ser sînora “ Şoşmê”a dewera Newsûda şarê Pawê ku yekik ji qerebalix tirîn niqta sînoriya Kirmanşan û rojhilata Kurdistanê tê hisêb, li roj de bi 10an ton tişt, ji aliyê Pîlewer û Kolberan de li vî sînorî de tê alwêr kirinê.

Pêşde jî Mehmûd Ehmedî Nijad, serkomarê pêş yê Îranê, hêzên sipaha pasdaran bi qaçaxçî, binav kiribû, ku li sînorên Îranê de li rewşa bazirganî kirinê dene.