Sipaha Pasdaran 300 ser ji malatên Xelkê zewt kirin

15:31 - 18 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê li dirêjiya zewt kirina mal û samanê welatiyên Kurd li Kurdistanê,nêzîk bi 300 ser ji mal û malatên welatiyên Kurd li Qesira Şîrîn û Merîwanê zewt kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 17’ê Nîsana 2013’an hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê li nêzîk sînorê Îranê “Ezgele”û “Gerdeno”nêzîk bi 250 ser ji malatên welatiyên wî gundî ku nêzîkî sînorin zewt kirin.

ji aliyk din hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê li sînorê “Pîran”a bajarê Merîwanê 50 ser ji mal û malatên welatiyên vê herêmê zewt kirin û jibo kuştargaha wî bajarî şandin.

Di heyamê 1 heftiya bihurî de pitir ji 1000 ser ji mal û malatên welatiyên vê herêmê li bajarên Qesira Şîrîn, Pîranşehr û Kirmaşanê ji aliyê hêzên Sipaha Pasdarên Îranê hatine zewt û talan kirin.

pişkek din ji xelkê sînorên Kurdistanê, mijûlî xwedî kirina pez û malatên xwe jibo şandin bo germiyan û çiyayanin û serdana her du aliyê sînor dikin û hêzên Sipaha Pasdaran jî bi hinceta nêzîk bûn ji sînor ,dest bi ser mal û malatên wan de digirin.