“Sinûr Tamara” ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin

13:01 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 21ê Tîrmehê, Welatiya Bakûrê Kurdistanê “Sinûr Tamara” ji girtîgeha bajarê Urmiyê hat azadkirin.

Ew binçavkiriya siyasî piştî ku lêborîn bo wê derkevt, ji girtîgeha Urmiyê hatiye azadkirin.

Taya 1 a dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê ew welatiya Kurd bi 10 sal û rojek girtîgeh ceza dabû.

Kombûna dadgehîkirina wê welatiyê, roja Çarşemî 2ê Pûşpera sala 1400an Rojî bi awayê online û bibê amadebûna parêzerê diyarîkirî li nav girtîgeha Urmiyê de, bi tohmeta “endametî li PKK” bi rê ve çûbû û roja Şemî 12ê Pûşperê, cezayê 10 sal û 1 roj heps, di beşa jinan a girtîgeha Urmiyê de bi fermî ji navbirî re hatibû ragihandin.

Ew welatiya Kurd li demsala Payîza sala 1399an a Rojî de, di gundekî bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî 6 mehan lêpirsîn li girtîgeha Spahê, di dawiya meha Reşemeya hemen salê, bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Sinûr Tamara li 4ê meha Xakelêweya sala derbasbûyî, bo careke din bona lêpisînê bo girtîgeha Îtila`at a Spaha Pasdaran hatibû veguhastin û piştre bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê hatibû zivirandin.