Şino/ Du kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkerî hatine kuştin

13:03 - 19 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 28ê Xezelwerê, du kolberên Kurd yên bi navên “Wesîm Ferdînzade” kurê Husên xelkê gundê “Pirdavê” yê ser bi bajarê Şinoyê û “Hakan Mihemedzade” kurê “Elaedîn” xelkê gundê “Kerîkan” yê ser bi devera Şipêran a bajarê Silmasê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Şinoyê canê xwe ji dest dan.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqê ji wan kolberan kirine.

Ew du kolber “bi bê hebûna barê qaçax” rastî teqeyê hatine.

“Wesîm Ferdînzade û Hakan Mihemedzade” xêzandar in û bavê zarokan e.