Şino kolberik din bi şêlikiya hêzên milîtarî birîndar bû

11:59 - 12 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: kolberik din yê Kurd li şarê Şino bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî yên hukûmeta islamiya Îranê hat birîndar kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li roja 17ê Rezber, kolberik bi navê “ Omîd Elî Şame” li çiyayên “ Bergedan” li sedem şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî bi dujwarî birîndar bû.

Yekik ji kesên wir bi nûçe gihaniya Kurdpa Ragihand, hêzên milîtarî pûsî kolberan re danî bûn û tev ketin naw pûsiya wan hêzan, cîde ketin ber şêlikiya gulleyan û li sedem “ Omîd Elî Şame” bi dujwarî birîndar bû.

Tê gotin ku niha “ Omîd Elî Şame” li senterik midîsîn de bin çavdêriya duxtorî deye.

Her wisa wî kesî basa hindê jî kir, hêzên milîtarî 20 ser hesp yên barhilgirên kasibkaran zewt kirine û tev xwe birine.