Şino; Du welatiyên Kurd bona birêvebirina cezayê xwe bo girtîgehê hatine veguhastin

17:05 - 11 Kanûna pêşîn 2022

Roja Şemî 19ê Sermaweza 1401an, du welatiyên Kurd yên bi navên “Hîwa Mîrzayî” û  “Zahir Muradî” yên xelkê gundê Bêmzûrtê yê ser bi bajarê Şinoyê bona birêvebirina cezayên ku bi ser wan de hatî sepandin, bo girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Herwisa ev herdu welatiyên Kurd ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê ve bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê”, her yek bi yek sal hepsa te`izîrî hatibûn cezakirin.

Roja Pêncşemî 17ê Xermananê, ev du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatibûn azadkirin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî 9ê Xermananê, ev herdu welatiyên Kurd bi dawhatina lêkolînan wan, li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de bo girtîgeha Şinoyê hatibûn veguhastin.
Herwisa ev du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê, di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûn bêparkirin.

Roja Yekşemî 23ê Gelawêjê, ev du welatî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatibûne binçavkirin û bo lêkolînkirinê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.