Sînemakarek kurd, bi 2 fîlman pişkdariyê di 2 Fistîvalên Cîhanî de dike

21:19 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: gencek sînemakar ê kurd bi navê Kêywan Kerîmî, bi 2 fîlmên Dekomêntî beşdariyê di 2 Fistîvalên Cîhanî de dike.

Li gor Ajansa nûçeya Peyamnêr, kurtefîlma “Sinûrî Şikaw” li berhemên Keywan Kerîmî, di wê heyvê de yê beşdarî Fistîvala navnetewiya “Parno” de bike.

\"5155.jpg\"
Ev kurtîfîlma han, serpêhatiya wan kesan vedigerîne ku li ser sînorên Kurdistanê dixebitin.

Ji alî din ve Keywan Kerîmî bi Dîkomêntek din yê xwe bi navê “ACT” li 14’emîn Fistîvala navnetewiya fîlman bi navê “Panorama City” de yê beşdar be.

Ev derhînerê fîlman, berhemên xwe bi alîkariya Kompaniyaya “Stak City” a Sine diweşîne.