Sine/ Zindaniyekî siyasî ê mehkûm bi îdam bo jora takekesî hat şand in

18:46 - 10 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Zindaniyekî Kurd yê siyasî li Merîwana rojhilatê Kurdistanê bo odeya tenê kesî ya Zindana Sine hat veguheztin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja 8’ê adar a 2015’an, Bextiya Mêimarî- Zindaniyê siyasiyê Kurd ê mehkûm bi darvekirin, bi sedemên nediyar bi destûra karbidestên zindanê bo jora takekesî hat veguhestin.

Ew girtiyê siyasî ê Kurd, beriya niha bi 4 sal û nîvan ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li Merîwanê hat girtin û bi dûre bo navenda ewlekarî a bajarê Sine hatibû şandin. Li wir bo heyamê 3 mehan bi tundî eşkence lê hatibûn kirin.

\"25309.jpg\"
Bextiyar Mêimarî zindaniyê siyasî ê Kurd li Merîwanê bo odeya tenê kesî a girtîgehê hat birê kirin
Bextiyar Mêimarî bi tometa derketin hember Xwedê (miharibe) û endambûn li yek ji partiyên opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê, li dadgeha Şoreş (înqilab) a Merîwanê bi serdozgeriya dadwer Lotfî, bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin.

Hukmê îdamkirina Bextiyar Mêimarî hevdem ligel Hejîr Îbrahîmî, Zaniyar û Loqman Muradî, di daxuyaniyekî de, ji aliyê Navenda Ewlekarî (Îtilaat) a Sine ve, di doseyeke aloz li havîna 2012-2013’an de, hat îlan kirin.

Tê gotin, beriya niha bi çend rojan wî girtiyê siyasî daxwaza merexesiyê ji karbidestên zindanê kiribû, lê wan ev yek nepejirand in.
Veguheztina Bextiyar Mêimarî- Zindaniyê 37 salî bi jora takekesî a zindana Sine, dilgiraniya malbat û xizmên wî bi xwe hiştiye.