Sine: Tohmeta “şer li dijî xwedê” li ser “Eşkan Mirovetî” sepandin

11:10 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Welatiyê nerazî yê xelkê bajarê Sineyê “Eşkan Mrovetî” ji aliyê taya 1 a lêpirsîn a dozgeriya Giştî û Şoreşa wî bajarî ve, tohmeta “şer li dijî xwedê” li ser hat sepandin.

Ew werzişvanê Kurd, roja Înê 6`ê Xezelwera sala 1401`an Rojî, li meşa serhildana seranserî di meydana Îqbal a bajarê Sineyê de tûşî şer digel hêzên serkutker bibû û ji aliyê hêzên serkutker ve bi gulleyên şer û saçmeyî hatibû birîndarkirin û bi sedema kûrahiya birînan, bo nexweşxaneya “Kewser” a bajarê sineyê hatibû veguhastin.

Bi sedema kûrahiya birînan ev welatî, di nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sineyê de bi lezgînî niştergerî bo hatibû kirin.

“Eşkan Mirovetî” roja Çarşemî 2`ê Sermaweza sala 1401`an a Rojî, di nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya wî bajarî, hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, bi danîna barimte,heta dema dadgehîkirinê bi awayê demkî ji girtîgeha Sineyê hatibû azadkirin.

“Eşkan Mirovetî”, kurê Silêman û temenê 26 salî ye.