Sine: Riza Kazimî bi sedema kûrbûna birînan canê xwe ji dest da

16:52 - 28 Çirriya paşîn 2022

Serêvara roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, nûciwanek 16 salî yê bi navê “Riza Kazimî” ku li bajarê “Mûjijî” yê ser bi bajarê Kamêranê, bi sedema teqeya hêzên serkutker bi dijwarî birîndar bibû, di nexweşxaneya bajarê Sineyê de canê xwe ji dest da.

Riza Kazimî li roja Sêşemî 1`ê Sermawezê, li bajarê “Mûjijî” yê ser bi bajarê Kamêranê bi sedema berketina gulleyên hêzên serkutker, Riza hatibû birîndarkirin.

Ew nûciwan bi sedema kûrahiya birînên wî bo nexweşxaneya Kewser a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.