Sîne; Qedera Ferheng Êwezî piştî binçavkirina wî, hêj rohn nîne

16:56 - 31 Kanûna pêşîn 2021

Tevî derbasbûna nêzî 3 heftiyan ji binçavkirina çalakkvanek Kurd ê bi navê “Ferheng Êwezî” kurê “Mihemedelî” temen 30 salî û xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi bajarê “Sine”yê, li qeder û cihê ragirtina navbirî ti zaniyariyek li berdest nîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew çalakvanê medenî di heyama binçavkirinê de ji “mafê destpêregihîştin bi parêzer, hevdîtin digel malbatê û pêwendiya telefonî” hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Lipeykevtinên malbata Ferheng Êwezî di wê heyamê de bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, bê encam mane û hêzên ewlehî ji her core bersivdanek rohn xwe diparêzin.

Roja Yekşemî 21ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê nîşandana begeyek yasayî, êrîşî li ser mala wî çalakvanê Kurd kiribûn û piştî binçavkirina “Ferheng Êwezî”, ew bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belvbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li ser “Ferheng Êwezî”, ti zaniyariyek serast li ber det tinînin.