Sine; Kombûna dadgehîkirina “Nazenîn Zara Serwî” bi rê ve çû

15:42 - 25 Kanûna pêşîn 2022

Roja Yekşemî 27`ê Sermawezê, kombûna pêragihîştin bi tohmetên sepandî yên li ser binçavkiriya serhildana seranserî, “Nazenîn Zara Serwî” di taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê de bi rê ve çû.

Di wê kombûnê de “Nazenîn Zara Serwî” li derheq tohmetên sepandî yên “Kombûn û alozî li dijî ewlehiya netewî”, berevanî ji xwe kiribû.

Pêka rapora Nûçegihaniya “HRANA”yê, lêpirsê dosyeyê asta barimteyê heta 500 milyon Tumenî zêde kiriye û malbata “Nazenîn Zara Serwî”, şiyana dabînkirina vê barimteyê tunebûne, lewma, Nazenîn ji dadwerê dosyeyê daxwaz kirbû ku asta barimteyê kêm bike, lê, dadwer ew asta barimteyê bo 3 milyard Tumenî zêde kiribû, di encam de “Nazenîn Zara Serwî” bi sedema dabînnekirina ewqas barimteyê, hat binçavkirin û bo benda jinan a “Kanûnê Îslah û Terbiyet” a bajarê Sineyê hat veguhastin.

Pêka rapora “HRANA”yê, dayîka “Nazenîn”ê nexweşiya “Diyabêt”ê heye û rewşek psîkolojîk bo qewimiye ku ji lêdana derziyên “Ensolîn”ê xwe diparêze û ew yeka rewşa tendirustiya vê xistiye metirsiyê û hewcehî bi neştergeriyê heye û tevî vê yekê jî, hatiye baskirin ku heta azadkirina keça xwe, ji neştergeriyê xwe parastiye.

Nazenîn Zara Serwî” di 13`ê Rezbera Îsal, di pêwendî digel serhildana seranserî li bajarê Sineyê, hatibû binçavkirin û 25`ê Xezelwerê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê, hatibû azadkirin.

“Nazenîn Zara Serwî” ya keça “Elî”, xwendekara qonaxa Doktora ya Mê`imarî li zanîngeha Kurdistanê ye.