Sine: Îsa Bêglerî û Zanyar Elahmoradî bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dan

17:09 - 16 Çirriya paşîn 2022

Şeva Sêşemî 24`ê Xezelwerê Îsa Bêglerî û Zanyar Elahmoradî di pêvajoya xwenîşandanan li bajarê Sinê de bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dan.

Îsa Bêglerî temen 39 salî û xelkê gundê “Nisnar” a ser bi bajarê Seravayê û rûniştiyê bajarê Sinê, di pêvajoya xwenîşandanan de bi sebeba teqeya hêzên serkutkar û berketina golleyên şerî canê xwe ji dest da û termê wî bo nexweşxaneya Kosera wî bajarî hatibû veguhastin.

Termê Bêglerî tevî givaşên hêzên ewlehî û di heyama şevê de bi bê amadebûna xelkê bi axê hat spartin.

Îsa Bêglerî xîzandar e û xwediyê du zarokan e.

Herwisa Zanyar Elahmoradî jî di taxa “Kanî Kozele” de bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da û termê wî bo nexweşxaneya Tohîd a wî bajarî hat veguhastin.

Hêzên serkutkar li pişt ve teqe ji wî welatiyî kirine û pêka gotina çavkaniyek agehdar, nêzî sed golleyên saçimeyî ber bedena wî ketine.

Zanyar Elahmoradî ji ber xwînrêjiya zêde ya birînan canê xwe ji dest daye.

Wêne ji aliyê rastê bo çepê: Îsa Bêglerî û Zanyar Elahmoradî