Sine: “Homen Ebdulahî” bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da

16:27 - 8 Kanûna pêşîn 2022

Şeva Çarşemî 16`ê Sermawezê, ciwanê Kurd yê bi navê “Homen Ebdulahî” û xelkê taxa Hesenava ya ser bi bajarê Sine, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd temen 21 salî bû û di meşa xwenîşandanan de li taxa Hesenava ya ser bi bajarê Sine, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar yên hikumetî bi dijwarî birîndar bibû û bo nexweşxaneya wî bajarî hatibû veguhastin.

Termê wî ciwanê Kurd di nexweşxaneya Koser  de ye û heta niha rastî malbatê nehatiye kirin.