Sine: Ciwanek Kurd di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da

01:11 - 20 Çirriya paşîn 2022

Roja Pêncşemî 26`ê Xezelwerê ciwanê Kurd yê bi navê “Omîd Husêynî” li bajarê Sine ku ji aliyê hêzên serkutkar ve hatibû binçavkirin di nabin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, piştî xwenîşandanên berfireh yên li bajarê Sine, ev ciwanê Kurd bi lêxistinên tund ji aliyê hêzên serkutkar ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha kelenterî ya 12 ya Fervedîn veguhastibûn.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye: Hêzên serkutkar şeva Pêncşemî 26`ê Xezelwerê, “Omîd Husêynî” ku li ser hişê xwe nemabû bo nexweşxaneya Tohîd ya wî bajarî veguhastibûn û wir canê xwe ji dest dabû.

Vê çavkaniya agehdar gotiye: Husêynî bi sebeba îşkenceyên tund yên bi batoman canê xwe ji dest daye.

Termê “Omîd Husêynî” şeva Înê 27`ê Xezelwerê bi amadebûna malbata wî li goristana “Bihûşt a Mihemedî” ya Sine bi axê hatiye spartin.

Omîd Husêynî xelkê gundê “Payîgilan” a ser bi bajarê Servavayê bû.