Sine; Arman Ferehmend dawî bi gireva birçîbûna xwe anî

19:01 - 26 Hezîran 2021

Roja Pêncşemî 3`ê Pûşper, girtiyekî nûgihan ê bi navê “Arman Ferehmend”, temen 17 salî, kurê Muxtar û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, li “Kanûna Îslah û Terbiyet”a bajarê Sineyê, piştî sozadana berpirsên girtîgehê dawî bi gereva birçîbûna xwe anî.

Yek ji kesên nêzî wî girtiyê nûgihan bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê ragihandiye: “Arman Ferehmend” bi soza berpirsên girtîgehê û pêregihîştin a bi daxwaziyên wî, dawî bi gireva birçîbûna xwe anî.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Rewşa giştî ya “Arman Ferehmend” bi sedema gireva birçîbûnê nebaş bû”.

Roja Şemî 29`ê Cozerdan, ew girtiyê nûgihan, bona nîşandana nerizayetiya xwe li derheq nerohniya qedera xwe û herwisa pêrenegihîştina bi dosya wî ji aliyê taya 2 a lêpirsîna Merîwanê, bi dirûna lêvên xwe dest awêtibû bi gireva birçîbûnê.

“Arman Ferehmend”, roja Duşemî 19`ê Xermanana sala 1399`an, piştî şer û pevçûneke bi kom li bajarê Merîwanê û kuştina welatiyekî Kurd ê bi navê “Puya Çareteleb”, bi tohmeta “kuştina bizanebûn” digel 8 kesên din hatibû binçavkirin.

8 kes ji tohmetbarên wê dosyê di heyama çend mehên derbasbûyî de bê tawan hatine nasîn û hatine azadkirin, lê ew nûgihanê temen 17 saliye di girtîgehê de maye.