Sîna Nîkpêyî bi danana barimteyê haye azadkirin

11:27 - 21 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 28ê Xezelwerê newciwanek Kurd yê bi navê “Sîna Nîkpêyî” temen 16 salî kurê “Kamran” xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê  bi dana barimteya 100 milyon tomenî heya dawî hatina qonaxên dadresiya wî bi awayekî mericdar hate azad kirin.

 “Sîna Nîkpêyî” di dema binçavkirinê de li rêya telefonê peywendî bi malbata xwe re girtibû, lê li mafê hebûna parêzer û hewdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 6ê Xezelwerê hêzên ewlehî bi bê hêbûna belgeyek yasayî ew newciwanê Kurd li ber deriya Îdareya “Perwerde û Barhênan” a bajarê Merîwanê binçav kirin.

Ew newciwanê Kurd bo jêpirsînê, bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate veguhastin.

Heta niha ti zaniyariyek li derheq tohmeta ku bi ser wî newciwanê Kurd de hatiye sepandin ji berdest nîne.