Sîna Mînayî hate azadkirin

11:56 - 22 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 28`ê Sermawezê, ciwanê kurd yê bi navê “Sîna (Kerîm) Mînayî”, kurê “Mistefa” temen 18 salî û xelkê gundê “Sewce” ê girêdayê bajarê Şinoyê, bi danîna barmteyê li yek ji girtîgehên ewlehiyê ên bajarê Urmiye hate azadkirin.

Ev welatiyê Kurd bi danîna barmteya bi qasî 300 milyon Tumenî bi awayê demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Hêzên ewlehiyê navbirî bi “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên Opzisyonên hikûmeta Îranê” tohmetbar kiribûn.

Hêjayê basê ye ku Sîna Mînayî di heyama desteserkirinê de heta dema azadbûnê, ji mafê “destpêragihîştin bi parêzer û heta dîtina malbata xwe” jî bê par bûye.

Roja Yekşemî 11`ê Xezelwer, ev welatiyê Kurd digel ciwanekî din ê Kurd yê bi navê “Ebdulah Yûsfî” yê xelkê gundê “Sewce” ê girêdayê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûne girtin.  

Hêzên ewlehiyê ev du ciwanên kurd bi bê rasdestkirina belgeyên yasayî desteser kiribûn û “Ebdulah Yûsfî” ku digel Sîna Mînayî hatibû girtin, piştî derbasbûna çend demjmêran azad kiribûn.

Herwisa Sîna Mînayî, piştî desteserkirinê bo lêkolînan bo yek ji girtîgehên ewlehiyê ên bajarê Urmiye hate veguhastin.

Herwisa navbirî di sala 1399`an de, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên opzîsiyon ên hikûmeta Îranê”, hatibû desteserkirin û piştî bi dawîbûna heyama lêkolînê ev bi danîna barmteyê hatibû azadkirin.