Sîna Mînayî bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hat veguhastin

19:01 - 10 Tebax 2022

Roja “Sêşemî” 18`ê Gelawêjê ciwanekî Kurd yê bi navê “Sîna (Kerîm) Mînayî” kurê “Mistefa xelkê gundê “Sewce” yê girêdayî bajarê “Şino” yê, bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê “Nexedê” hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê “Şino”yê, bi tohmeta “hevkarîkirin û endambûn di yek ji partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 3ê sal girtîgeha te`zîrî û 3ê sal girtîgeha ragirtî hatiye cezadan.

Roja Yekşemî 28ê Sermawezê, ew ciwanê Kurd bi danîna barimteya 300 miliyon Tumenî, bi awayekî demkî heta dema bidawî hatina qonaxên dadgehîkirinê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” de hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî, 11ê Xezelwera sala 1400`an “Sîna Mînayî” digel ciwanek din yê bi navê “Ebdulla Yusifî” xelkê gundê “Sewce” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibûn veguhastin.

“Sîna Mînayî” sala 1399`an bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.