Sîna Mînayî bi 6 sal girtîgehê hat cezadan

19:06 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Ciwanek Kurd yê bi navê “Sîna(Kerîm) Mînayî” kurê “Mistefa”xelkê gundê “Sewce” yê girêdayî bajarê “Şino”yê ji aliyê dadgeha “Şoreş” a wî bajarî bi 3ê sal girtîgeha te`zîrî û 3ê sal girtîgeha ragirtî, hat cezadan.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin û endambûn di yek ji partiyên Kurdî” de tawanbar kiriye.

Ew cezaya roja Yekşemî 9ê Gelawêjê, ji wî welatiyê Kurd re hat ragihandin.

Roja Yekşemî 28ê Sermawezê, ew ciwanê Kurd bi danîna barimteyê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de hatibû azadkirin.

Sîna Mînayî, di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 11ê Xezelwera sala derbasbûyî, ew welatî digel ciwanek din yê bi navê “Ebdulla Yûsifî” xelkê gundê “Sewce” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirinê bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibûn veguhastin.

“Sîna Mînayî” sala 1399an, bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê, hatibû binçavkirin û piştî lêpêçînê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.