Simko Xilqetî li oda teke kesî de man ji xwarinê girt

21:27 - 1 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Simko Xilqetî, girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Mihabad, li girtîgeha Recayî Şehra Kerecê de man ji xwarinê girt.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Înî, 11ê Rêbendan(31 January 2014) Simko Xilqetî ku midê hukmê xwe li girtîgeha Recayî Şehra Kerecê de dibihorîne, bi nîşandeka protesto kirina biryara raguhastin bi oda teke kesî, dest da man girtinê.

\"18120.jpg\"
Simko Xilqetî bi nîşandeka protesto kirina biryara raguhastin bi oda teke kesî, dest da man girtinê
Serekaniyik agdar ji girtîgeha Recayî Şehra Kerecê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; Simko Xilqetî bi berpirsên girtîgehê ragihandiye : heya wê dema ku li oda teke kesî de bimîne, ser man girtina xwe yê bisekine.

Simko Xilqetî, bi nîşandeka protesto kirina biryara raguhastin bi oda teke kesiya naw girtîgehê, dest da man girtin.

Ev girtiyê siyasiyê Kurd, bi hegera pişkdarî kirin li man girtina 3 rojana girtiyên siyasiya salona 12a girtîgeha Recayî Şehra Kerc, bi oda teke kesiya naw girtîgehê raguhastibûn.

Simko Xilqetî, roja Çarşema borî, 9ê Rêbendan(29 January 2014), bi hêceta hevdîtin tev malbatê, li salona 12 derxistin û raguhastiyê oda teke kesî kiribûn.

Ev Endazyarê Kurd li 28ê Befranbara sala 1388a rojî, li binka etomiya Erak de hate girtin û paşî li dadgeha inqilaba Erak de 15 sal hews jêre birîn û ev hukum li dadgeha pêdeçon û dadgeha bilinda welat( Dîwanê Aliyê Kişwer) de hate erênî kirin.

Simko Xilqetî, xwedî jin û zarokik 4 saliyê, heya niha 4 sal û 14 roj ji hukmê xwe li girtîgeha Recayî Şehra Kerec de derbas kiriye.

Ev girtiyê siyasiyê Kurd, derfet nama karnasiya Metalojî ji zanîngeha “ Senetî(Industirîk)a Şerîfa Tehranê heye, li dema ku wek endazyarê binka Etomiya Erak li rewşa kar bû, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê de bi tometa alikarî tev yekik ji partên Kurd hate girtin.