“Şilêr Ehmedî” piştî 84 rojan binçavkirin, bi danîna barimteyê hat azadkirin

18:50 - 9 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 18`ê Cozerdan, welatiyeka Kurd a bi navê “Şilêr Ehmedî” keça Mistefa û xelka gundê “Qizilqopî” yê ser bi bajarê Mihabadê, piştî derbasbûna 84 rojan li ser binçavkirinê de, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hat azadkirin.

Ew welatiya Kurd bi danîna barimteyê heta dema dadgehî kirinê hat azadkirin.

Meha Xakelêweya îsal, “Şilêr Ehmedî” li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo benda jinan a girtîgeha Navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiya Kurd roja Çarşemî 25`ê Reşema sala derbasbûyî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew girtiya Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

“Şilêr Ehmedî” xîzandar û dayîka du zarokan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wê welatiya Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nînin.