“Şilêr Ehmedî” bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin

18:54 - 9 Nîsan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyeka jin a bi navê “Şilêr Ehmedî” keça Mistefa û xelka gundê “Qizilqopî” yê ser bi bajarê Mihabadê, li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo benda jinan a girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiya Kurd roja Çarşemî 25`ê Reşema sala derbasbûyî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguuhastin.

Ew di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

“Şilêr Ehmedî” xîzandar û dayîka du zarokan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wê welatiya Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.