Silêmanî/ Qetil kirina Endaziyarekî rojhelatê Kurdstanê

15:55 - 4 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rêveberê yekîneyeke berhemanînê li Herêma Kurdistanê, gulle ser 2 mihendisên rojhilatê Kurdstanê reşandin û di encamê de endazyarekî jiyana xwe winda kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di encama gulle avêtina rêveberê karxaneyeke başûrê Kurdstanê, endaziyarekî bi navê Şoriş Mihemmedî, xelkê Dîwandereya rojhilatê Kurdistanê li “Baziyan”a parêzgeha Silêmaniyê hat kuştin.

Wî endaziyarî ji xwediyê fabrîqeya cam (şîşe) yan xwestibû heqdesta wan bide ku ligel bertek dana tund a rêveberê karxaneyê rûbirû dibe.

Li gorî raporta hatî ragihandin, ew bûyer destpêka sala nû ya Zayînî de qewimî bû ku xeynî mirina mihendis ê nav birî, birê wî yê bi navê Adil Mihemmedî jî bi demançeyê bi tundî hatibû birîndar kirin.

Ew 2 mihendis, endaziyarê elektirîkê bûn ku bo debara jiyanê rû bi Herêma Kurdistanê kiribûn.

Di çend salên derbas bûyî de, pêla koçberiya karker, mihendis û teknesiyenên rojhilatê Kurdistanê ber bi başûrê Kurdstanê ve zêde bûye ku her tim ligel arîşe û pirsgirêkên mezin re rûbirû bûye.

Nebûna cihê wehewînê, mûhleta kar û ewlekarî, her wisa heqdesta kêm, ji pirsgirêkên karkeran li Herêma Kurdstanê tên hejmartin.