Silêman Salik xelkê bajarê Mehabadê carek din hat binçavkirin

18:00 - 20 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 27ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Silêman Salik” temen 69 salî xelkê bajarê “Mehabad”ê piştî gazîkirin bo dadgeha Şoriş a bajarê “Pîranşar”ê carek din hat binçavkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi hêceta wajokirina dosiyeya wî welatiyê, navbirî bo dadgeha Şoriş a bajarê “Pîranşar”ê gazîkirine û piştire binçavkirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Roja Sêşemî, 22ê Gelawêjê, ew welatiyî bi danîna barimteya 3ê milyard Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê “Nexed”ê hatibû azadkirin.

Roja Çarşemî, 12ê Gelawêjê, ew welatî piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hatibû veguhastin.

“Silêman Salik” di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ew welatî roja Sêşemî 7ê Pûşperê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li ser rêya bajarê Pîranşar_ Mehabadê hatibû binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî nevbirî de hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.