Silêman Salik welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Mehadabê bo girtîgeha Nexedeyê hat veguhastin

17:50 - 9 Tebax 2022

Roja Çarşemî 3`ê Tebaxê, welatiyê Kurd yê bi navê “Silêman Salik”, temen 69 salî û xelkê bajarê Mehabadê piştî bidawî bûna lêpêçînê, di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ji bo azadiya wî welatiyê Kurd, daxwaza barimteyeke gelek giran kirine.

Herwisa Salik di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Roja Sêşemî 28`ê Tîrmehê, ev welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî, li ser rêya Pîranşar bo Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Silêman Salik hatine sepandin, ti zanyariyek ji ber dest tune ye.