“Silêman Salik” bi danîna barimteya Sê milyard Tumenî ji girtîgehê hat azadkirin

18:57 - 14 Tebax 2022

Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, welatiyê Kurd yê bi navê “Silêman Salik”, temen 69 salî û xelkê bajarê Mehabadê, bi danîna barimteya giran ji girtîgeha bajarê Nexedê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya Sê milyard Tumenî bi awayek demkî heta dema bidawîhatina qonaxên dadweriyê, ji girtîgeha bajarê Nexedê hat azadkirin.

Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, ew welatiyê Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê  bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibû veguhastin.

“Silêman Salik” di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Roja Sêşemî 7`ê Pûşperê, ev welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî, li ser rêya Pîranşar bo Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Silêman Salik hatine sepandin, ti zanyariyek ji ber dest tune ye.