Silêman Gulî, bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin

12:03 - 5 Çirriya pêşîn 2021

Di heyama rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê "Silêman Gulî” kurê Mihemedselîm, temen 25 salî xelkê gundê "Eliyavaya Yapel" yê ser bi bajarê Dîwandere, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî ên Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya dema bi dawîhatina qonaxên dadresiya hatiye azadkirin. 

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de li hevdîtin digel malbata xwe û destpêragiheştin bi parêzer hatibû kirin. Heya niha ji sedem û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.