Şikandina maşînên kolberan ji aliyê kesên nenaskirî

17:07 - 13 Adar 2022

Roja Şemî 21`ê Reşemê li bajarê Newsûdê, şûşeyên nêzî 100 maşînên kolberan ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine şikandin.

Her çend ajansa “Kurdpa” yê bi diyarîkirî nikare wan kesên ku ew kar kirine destnîşan bike, lê pêka gotina yek ji şahidên wê bûyerê, ew hevle ji aliyê kesên girêdayî bi Spaha Pasdaran û hêzên “Heng” a sînorî ve hatiye kirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Piraniya maşînên kolberan li dereveyî bajarê Newsûdê têne ragirtin û îznê nadin bêne nav bajar”. 

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên hikûmetê bi hêceta çareserkirina tirafîkê, rêgirî ji hatina maşînên kolberan bo nav bajarê Newsûdê dikin.