Siine girtin û neroniya çare nivîsa welatiyik Kurd

20:28 - 19 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran, welatiyik din yê Kurd ji xelkê herêma Jawero a Sinê bi hegerek neron hat girtin.

Goreki nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, welatiyik xelkê gundê “ Ser Hûye”a ser bi herêma Jaweroya Sinê bi navê “ Eladîn Cemşîdî” paşî bang kirin bi dezgeha ewlehiyê û xwe nasandin bi wê dezgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin.

Serekaniyik agadar bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, binemala Eladîn Cemşîdî ji aliyê hêzên ewlehiyê ketine ber hereşan ku eger girtina kurê xwe biweşînin yê tûşî girtin û hewskirinê bibin.

Heya weşîna vê vê nûçê çi zanînik ji cê û hegera girtina Eladîn Cemşîdî , welatiyê xelkê herêma Jawer.ya Sinê, çinine.

Hatiye gotin ku Eladîn Cemşîdî mideyik pêş niha li dema ku bi motor sîklêtê ji gundê Ser Hûyeyê ber bi gundê Bêsaran çobû, ji aliyê çekdarên ser bi sipaha pasdaran rê jê girtine û midê 15 rojan bê ser û şûn bûye ku paşî azar û işkencên zor berda bûn.

Ji aliyik din li heyva Gelawêja îsal de, 7 welatiyê din ji xelkê gundê Ser Hûye a ser bi herêma Jaweroya Sinê bi navên Madih Moradî, Rehîm Mîrzayî, Serkar Ehmedî, Azad Rostemî, Behmen Rostemî, Rojîn Rostemî û Cemal Rostemî ji aliyê hêzên ewlehiyê hatine girtin.