Şifêrên Taksiyan li bajarê Sinê dest bi girevê kirin

14:49 - 11 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Şifêrên Taksiyan li bajarê Sinê li çend Kolanên wî bajarî dest bi girevê kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihani a kurdpa, sibedeya îro 11’ê Şibata 2013’an şifêrên taksiyan li bajarê Sinê li kolanên: Merdox, Ustandarî, Îmam,Fereh bi nîşaneya nerazî nîşandan bi hebûna “Kart”a parkîngê û pêdana wan kolanan bi pişka taybetî, dest bi girevê kirin.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpaê ragehand: Hemû ew kolanane bi hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê hatine milîtarîze kirin û rewşek ewlekarî bi ser bajêr de hakime.

Her wisa heyamek beriya niha hejimarek berçav ji şifêrên taksiyan li bajarê sine seva giranbûna nirxa Benzînê û alavên tirombêlan li kolana “Şapûr”dest bi grieve kirin.