Seyîd Salar Seyîd Rehîmî bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî ji girtîgehê hat azadkirin

19:30 - 10 Îlon 2022

Roja Sêşemî 15ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê seyîd “Salar Seyîd Rehîmî” kurê “Ebdula” û xelkê gundê “Gamêş Golî” ya girêdayî bajarê “Miyandavê”, di yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarê de hat azadkirin.

Ew welatî bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî, heta dema dadgehî kirinê hatiye azadkirin.

Roja Pêncşemî 9ê Pûşperê, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.