Seyîd Mihemed Husênî bi 8 sal dûrxistin hate cezadan

17:54 - 9 Şibat 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê “Seyîd Mihemed Husênî” xelkê bajarê Nexedeyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê ve, bi serokayetiya dadwer “Xulamî” bi tohmeta “muharibe” bi 8 sal dûrxistin bo bajarê Herîs a girêdayê parêzgeha Tevrêzê hate cezadan.

Berê jî, ew girtiyê siyasî yê Kurd bi tohmeta “muharibe” wate (dijberî kirina digel xwedê) ji rêya endambûna li yek ji Partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû cezadan.

Cezayê 40 sal girtîgeh û dûrxistina “Seyîd Mihemed Husênî” bi sedema kêmasiyên lêpirsînan li Dîwana Bilind a welat hate hilweşandin û dosyeya navbirî bo pêdaçûnê bo dadgehê hatibû veguhastin û li Rêbendana îsal de bo carek din dadgehîkirina wî welatiyê Kurd li dadgeha bajarê Mehabadê hatibû lidarixstin.

Roja Sêşemî 23`ê Sermawezê, taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê bi serokayetiya dadwer “Xulamî” digel azadiya demkî ya “Seyîd Mihemed Husênî” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Nexedeyê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê dijayetî hatibû kirin.

 “Seyîd Mihemed Husênî” berê endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê bû û piştî zivirîna bo Îranê, li rêkevta 19`ê Befranbara sala 1396`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û niha li girtîgeha bajarê Nexedeyê de ye.