Seyîd Mihemed Husênî bi 40 sal girtîgeh û dorxistin bo girtîgeha Urmiyê hate cezakirin

18:57 - 26 Gulan 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê Seyîd “Mihemed Husênî”, ê xelkê bajarê Nexedê, bi tohmeta “muharibe”, li rêya “endambûn li yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, bi 40 sal girtîgeh û dorxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, hate cezakirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, roja Sêşemî 4`ê Cozerdanê, ew welatiye bo birêvebirina cezayan a girtîgeha bajarê Nexedeyê hate gazîkirin û cezaya navbirî bi fermî bi wî hate ragihandin.

Kombûna dawî ya dadgeha wî welatî li meha Banemera Îsal, li taya 1 adadgeha şoreş a bajarê Mihabadê,bi serokayetiya dadwer “Cewad Xulamî”, bi rê ve çûbû.