Seyîd “Elîreza Husênî” bi sedema teqeya hêzên garda taybet a hikûmeta canê xwe ji dest da
Êvareya roja Çarşemî 27`ê Rezberê, nûciwanek bi navê seyîd “Elîreza Husênî” yê temen 23 salî û kurê Murad û xelkê bajarê Kirmaşanê bi sedema teqeya hêzên garda taybet a hikûmeta Îranê li bajarê Tehranê, canê xwe ji dest da.
Yek ji xizmên wî welatiyê Kurd bi “Kurdpa”yê re ragihand: Hêzên garda taybet bona binçavkirina kedkaran bi gumana beşdarîkirin li serhildanê êrîş kirine ser cihê mana wan ku di halê bêhnwedanê de bûn û seyîd “Elîreza Husênî” ku dixwast bireve, hêzên garda taybet ji pişt ve teqe ji wî welatiyê Kurd kirine.
Herwisa wê çavkaniyê got: Seyîd “Elîreza Husênî” bi sedema teqeya gulleya şerî canê xwe ji dest da û kedkarên din jî, ku li xwaringehê de kar dikirin, hatine binçavkirin.
Termê wî welatiyê Kurd li gundê “Samle” yê girêdayî bajarê Kirmaşanê bi axê hat spartin.