Şêwra û dêhyarê gundê Tengîserê bo Îtila`ata Spahê hatine gazîkirin

18:21 - 2 Nîsan 2022

Roja Pêncşemî 11`ê Xakelêweyê, Îtila`ata Spahê şêwre û dêhyarê gundê “Tengîser”ê bo wê navenda ewlehî gazî kirin.

Çavkaniyeke agehdar li derheq sedema gazîkirina şêwra û dêhyarê gundê “Tengîser” ragihand: Biryar bû roja Şemî 13`ê Xakelêweyê, li wî gundê rêûresma sêzdehikê bihatiba lidarxistin, lê Îtila`ata Spahê bi şêwra û dêhyarên “Tengîser”ê re ragihandiye ku nabe ew rêûresme bê lidarxistin.

Herwisa wê çavkaniyê basa vê jî kir, ku Îtila`ata Spahê gef li şêwra û dêhyarê gundê xwariye û gotiye; Li hegera lidarxistina rêûresma sêzdehikê, hûn berpirsiyar dibin.  

Digel destpêka cejna Newrozê, navendên ewlehî û Îtila`atê hejmarek zêde ji welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gazî kiribûn.