Şêvra Neteweyî ya Sûriyê daxwazkarê destêwerdana leşkerî di Sûriyê de ye

16:01 - 24 Şibat 2012
Kurdpa: Yek ji endamên paye bilind ên Şêvra netewî ya Sûriyê roja pêncşemiyê ragehand tenê riya çareseriya kirîza Sûriyê riya leşkerî ye.

Malpera Elerebiye ji zarê “Bismê Qesmanî” endamê payebilind ê Şêvra Netewî ya Sûriyê bilav kir: “ Em li pêşberî hilbijartina du riyan de ne ku yan dibe destêwerdana leşkerî di vî welatî de were kirin, yan şerê navxweyî yê dirêjheyam”.
Nûçegihaniya Royterzê bilav kir ku Şêvra Netewî ya Sûriyê bi bilavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji civatgeha cîhanî kiriye ku bi sazkirina herêma êmin û dabînkirina ewlehiyê di Sûriyê de piştevaniya xelkê Sûriyê bikin.
Vê şêvrê di daxuyaniyekê daxwaz li Rûsiyê kiriye ku bi riya zext û givaşan bo ser hikumeta Sûriyê rê xweş bike ku karana alîkariyan bêne nav welatê Sûriyê.