Şêvra Dabînkirinê derheq birêveçûna rêûresmên Newrozê hişdarî da

14:52 - 15 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Şêvra Dabînkirinê ya bajarê Seqizê, di civînekê de, derheq birêveçûna rêûresmên Newrozê, bi tundî hişdarî da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya ”Kurdpa”yê, roja Çarşemî 22`ê Reşemeh(13`ê Adar)ê, Şêvra Dabînkirinê ya bajarê Seqizê, di civînekê de, li ser biryarên derheq ewlehîkirina rewşa rêûresmên Newrozê pêdagîrî kir.

Di vê civînê de, biryarên derheq çêkirina rewşa ewlehî li bajarê Seqizê, û herwisa bo birêvebirina vê, ev biryarname radestî organên nizamî û îtila`atî yên wî bajarî kirine.

Ji aliyekî din ve, îdareya Emakin a bajarê Merîwanê, kartên taybet yên stranbêjên Kurd ji van vergirtine, û ji van re ragehandine ku îzina strangotinê di rêûresmên Newrozê de tunînin.

her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên borî de, îdareya Emakin a bajarê Kamyaranê, li rêya telefonê pêwendî digel stranbêjên wî bajarî girtine, da ku kartên taybet yên xwe yên stranbêjiyê radestî wê îdareyê bikin.

Herwisa Şêvra gundê Palinganê jî, bi sebeba givaşên îdareya Îtila`ata bajarê Kamyarên, bi weşandina daxuyaniyekê, ragehad ku, rêûresma newerozê di vî gundî de birêve naçe.

Navenda Hevakriyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bo birêvebirina rêûresma Newrozê li Kurdistanê, kempêyna bi navê “Newroz Dîlana Azadiyî ye” lidarxistine, û navendên îtila`atî jî, li hemberî vê kempêynê de, bi çêkirina rewşeke tirsnok û awarte, û destesekirina çalakvanên Kurd, bertek nîşan da.